KURDISTAN WELATÊ ŞÎRÎN Û RENGÎN  

 

  • Xarita Kurdistanê
  • Ala Kurdistanê
  • Sêrûda nêtaweya Kurd
  • Diroka Kurdistanê
  • Kulturê Kurdan
  • Newroz
  • Bajarên Kurdistanê
  •  
  • Kurdistans Land Karte
  • Kurdische Flagge
  • Kurdisches Nationalhymne
  • Die Geschichte
  • Der Kultur
  • Newroz (Nue Jahrfest)
  • Kurdische Stätden
  • WELATÊ KURDA

     

     

     
    Nav: Kurdistan
    Peytaxt: Diyarbekir
    Nifûs: ca.45 million (ev nifûsê nebêlîya)
    Kontînent: Asya
    Ciran: Iraq, Tirkye, Îran, Sûriye
    Hin bajarên girîng: Diyarbekir, Mehabad, Silêmanî, Hewlêr, Wan, Kirkuk, Kirmanþah, Duhok, Dîlok, Riha, Zaxo
    Bilindterin Çiya: Çiyayê Agirî ya mezin (5137 m)
    Dirêjterin Çem: Çemê Ferad (1700 km derjê)
    Mezinterin Gol: Golawanê 3 713 km²
    Serwetên bin erdê: Petrol (neft), zîv, Asên, rijê,....., hwd.
    Çandîn: Şekir, zebeş, tirî, fêkî, fêstiq, pambî, birinc,....., hwd.

      ALA KURDISTANÊ  

    ALA YA KURDî

    Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di nîva wê de jî rojek zer heye. Ev al di 1920-an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin.Mistefa Paşa Yamûblkî yek ji muessisêan (Endam)Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ye ku şiklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata şêx Mehmûd de jî bûye wezîr, û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku ala Kurdî ya şêx Mehmûd ku di 10.10.1922-an de hatiye tesbîtkirin jî bi pşniyara wî hatibe qebûlkirin. Di tarîxê de Kurdan kengî al, an jî sembolek ku şûna alê bigre bikaranîne, em baş nizanin. Lê ew Kurdên ku ev serê 6-7 hezar salane ku li Kurdistanê, yanê li cihê xwe yê nuha dijîn, bêguman wan jî gelek dewlet û îmaret avakirine. ó wekî her dewlet û îmaretên qedîm, wan jî miheqqeq alek, an jî li şûna alê sembolek bikaranîne. Yanê ew dewletên wek Mittanî, Hurrî, Subarî, Xaldî, Kardox, Kasî, Med û hîn gelekên din ku di tarîxê de rolek mezin lîstine, leşker çêkirine, bajar û medeniyet avakirine û li gor tarîxzanan jî bab û kalên Kurdan in, divê ku xwedî al bin. Dîsa ew îmaretên Kurdan, wek şedadî, Merwanî, Botan, Soran, Erdelan, Bahdînan û hîn gelekên din, her çendî nîv serbixwe bûn jî, lê li mizgeftan bi navê mîrên wan xutbe dihatin xwendin, xwedî leşker û qesr û avahîyên mezin bûn. Ev îmaretên ku çendsed salan li Kurdistanê hukum kirin, gerek alek an semboleke wan a ku li şûna alê bi kar dianîn hebûya.

    Ala Kurdî ya îro

    Ala Kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin kengî, çawa û ji alî kê hatîye çêkirin bi başî ne diyar e. Lê bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêm kirin di destpêka salên 1920-î de ji alî rêxistinên Kurdan ên wê demê hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Mesela wê wextê Kurdistan Teali Cemiyetî li ser qerta huwiyetê a komelê "zemîna wê kesk û li ortê jî rojek" alek Kurdî çapkirine ku ev al jî "Katibê Umûmî yê komelê Zeynelabidîn çêkirîye".

    sor ; xwîna şahîden Kurdistanê
    kesk ; ciwanîya axa Kurdistanê navça Mezopotamya ye
    sipî ; nîşana aşitiyê
    zer ; roj ; Symbola ola kurdan ye Zaradaştiyan

    "...Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindîya Kurdistanê!...Rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nîşana dilpakîya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwanîya axa Kurdistanê ye......"


    Sêrûda nêtaweya Kurd

    Ey rê qîb

    Ey raqîb her mawe qewmî kurd ziman,
    Nay şikên danery topî zeman.
    Kes nelê kurd mirduwe; kurd zînduwe,
    Zînduwe qet nanewê alakeman.

    Lawî kurd hestaye ser pê wek dilêr,
    Ta be xuên nexsîn deka tacî jiyan.
    Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
    Zînduwe qet nanewê alakeman.

    Ême roley Midya û Keyxusrewîn,
    Dînman, ayînman her Kurdistan
    Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
    Zînduwe qet nanewê alakeman.

    Ême roley rengî sor û þoriþîn,
    Seyrîke xuênawiya raburdûman.
    Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
    Zînduwe qet nanewe alakeman.

    Lawî kurdî hazir û amadeye,
    Giyan fîdane, giyan fîda, her giyanfîda.
    Kes nelê Kurd mirduwe,kurd zî nduwe,
    Zînduwe qet nanewê alakeman.

     

    sindi4you@hotmail.com

    1