Spaceholder Serrûpel Anket E-Name Pýrtûka Mêvanan Malpera Me Download Gýrêdan Forum Chat Wêne Rewşa Hewaye Tirkî Kurdî

 
Þeddadîyan
SMK, 12-02-2007


Mîrên Þeddadî

Muhammad bin Þaddad
(951-971):
Dewleta Þeddadî saz kir li bajarê Dûvin başurê Qafqasya.

Ali I bin Muhammad Laşkari (971-978):
Bajarê Ganca zevtkir ku di destê Dewleta Sallariyan bû (sala 971). Herema Arran feth kir.

Marzuban bin Muhammed (978-986):
Serwerekî Þeddadîyan.

Fadl I bin Muhammed (986-1031):
Destpêkir bi çapkirina pere. Pere ya Dewleta Þeddadî pirr belavbûyî bû li başurê Qafqasya. Berê, pere ya Dewleta Þeddadî hat çapkirin li Partav, piştî cihê çapxane hat barkirin bajarê Ganca.

Abul-Fa't Musa (1031-1034):
Serwerekî Þeddadîyan.

Ali II Laşkari (1034-1049):
Di sala 1044, serwerê Bizans Konstantîn IX bi serwerê Ermenî Bagratid şerkir. Jiber we jî Konstantîn name şand mamê Ali Laşkari, Abul Aswar. Gazî kir "Bajarê Anî êrîş bikin". Di bersiva xwe Abul Aswar got "Em qebul dikin, lê ji mera sozbikin- eger em Anî zevtdikin, gerek hûn qebûldikin ku bajarê Anî perçekî Dewleta Þeddadîyan . . " - Konstantîn carek din name şand Þeddadîyan û têde merca Abul Aswar bi awayî fermî qebûlkir. Arteşa Þeddadî, êrîşa Anî kir û bajarê Anî di demek kin ket destê Kurdan . Mixabin, Konstantîn xayintî kir û got "Ani ji me ra bidin". Bizans êrîşa Kurdan kir lê di demekî kin binket li hemberî taktikên Þeddadîyan. Li sala 1049, Bizans carek din êrîşa Kurdan kir, Mîrê Þeddadî revîya hindûrê Dûvin û mir li sala 1049.

Anuşirvan bin Ali II Laşkari(1049) : Yek ji fermandarên Anuşirvan bi navê Abu Manser, hinek kelayên Þeddadî teslîm kir Bizans û Gûrciyan jiberku fikrê Abu Manser bû "ez naxwazim li hemberê arteşa mezzine ya Imparatorê Bizans em hebûna me windakirin ". Jiber biryara Abu Mansur, hinek fermandarên din serhildan damezrandin. Dewlet kez destê Abul Asvar Þavur I bin al-Fadl I û hikumdar Anuşirvan û fermandarê wî Abu Mansur ketin zindanê.

Abul Asvar Þavur I bin al-Fadl I(1049-1067):
Mîrê Dûvin û Ganca. Xulamê Selçûkiyan, zewicî xuşkê hukumdarê Ani, Gagik ll di dema Abul Aswar dewleta Þeddadî dîsa xurt bû (became strong) û arteşek xwe xurt kir. Li sala 1053 Kela Basra ji Gûrciyan zevtkir. Niha Þeddadîyan dîsa hikum dariya Arran kirin, lê rastê eve ku niha hem dewleta kurdan hem jî dewleta ermeniyan, di navbera duh imparatoriyên mezzin bû : Yanî Þeddadîyan wek Ermenîyan dibînin ku hebûna dewleta wan tenê dikarin parastin bi alîgirî û piştvanî jibo Selçukiyan anjî Bizans. Li sala 1055 Sultanê Selçûkî Togrul Beg, rojhilatê Kurdistanê zevtkir hetta bajarê Tebriz û li vira Mîrê Dewleta Revvadî Wahsudan Ibn Mamlan teslîm bû Selçûkiyan. Di salên 1055-1056 Þeddadîyan êrişa bajarê Ani kirin (parçe Bizansê Ermenî)


Fadl II bin Þavur I (1067-1073):
Serwerekî Þeddadîyan


Aşot bin Þavur I (1067):
Salek bi destê gurcîyan bû hikumdar.


Fadl III bin al-Fadl II (1073-1075):
Hikumdarê paşin ji hanedanê Þeddadîyan li Ganca. Þeddadîyan bûn perçekî Dewleta Selçukî mezzin.
Helbestvanê Farsi bi navûdeng, Qatran Tebrizî pesnand Fadl III.

Menuçîr (1075-1118):
Mîrê Þeddadîyan. Mizgeftek li Anî jiber navê Mîr Menuçîr hat binav kirin Mizgefta Menuçîr.


Abul Asvar Þavir II (1118-1124):
Serwerekî Þeddadîyan.

Fadl IV bin Þavir II (1125-?):
Serwerekî Þeddadîyan.

Mahmud (?-1131):
Serwerekî Þeddadîyan.

Khuşçikr (1131-?):
Serwerekî Þeddadîyan.

Þeddad (?-1155):
Serwerekî Þeddadîyan.

Fadl V (1155-1161):
Serwerekî Þeddadîyan.

ÞahanÞah (1164-1174):
Serwerekî Þeddadîyan.

1